Nivîsgeha Serokkomariya Iarqê ragihand ku li gor qanûna bingehîn a Iraqê, serokomarê nû yê Iraqê mafê welatîbûna xwe ya ingilzî îbtal kir.
Li gorî rapora Fars News`ê, Luqman El-Fêylî, berdevkê saziya serokkomariya Iraqê îro yekşemiyê ragihand ku Berhem Salih serokkomarê vî welatî, mafê welatîbûna xwe ya ingilîzî îbtal kir.
Li gorî rapora Wekale El-Enba El-Iraqiye, berdevkê serokkomariya Iraqê raghand: Berhem salih li gor qanûna bingehîn a Iraqê dev ji mafê welatîbûna xwe ya inglzîî berda û kiryarên hiqûqî û qanûnî bona îbtalkirina mafê welatîbûna xwe ya inglîzî kemland.
Tê gotin Berhem Salih li heyamê hikûmeta Sedam ji ber dijberiya xwe li hember nizama serdest a Iraqê karîbû mafê welatîbûna xwe ya inglîzî wergire.
Li daxûyaniya serokomariya Iraqê hatiye ku tevî rêzgirtin û sipasiya ji paşayê Brîtanyayê ku li rojên dijberiay wî bi Rejîma Sedam re mafê welatîbûna ingilîz da wî. Ew jî li gor xala çaran a qanûna bingehîn kesê ku posteke hakimiyetê werdigre dev ji vê mafê xwe ber dide.