ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Îrlendê: Îran hokareke aramiya li navçê ye

Serokkomarê Îrlendê li hevdîtina bi balyozê Îranê re li Doblînê, Komara Îslamî ya Îranê welatekî giring û bi bandor li damezrandina aramî û ewlehiya navça aloz a Rojhilata Navîn da zanîn.

 Maykêl Hîgînz, Serokkomarê Îrlendê roja duşemiyê li hevdîtina  Cewad Keçoyiyan, balyozê Komara îslamî ya Îranê li Doblînê, berfirehkriina hevkariyên  her du welatan, giring da zanîn û  got ku du bermberbûna  asta pewyendiyên  ticarî yên Îran û Îrlendê li sala buhurî ser xêr û kara her du welatan bûye.

Hîgînz piştgiriya Îranê ji endametiya Îrlendê li konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên yekbûyî pir bi nirx da zanîn.  Wî bal kişand ser hevhatina navokî û piştgiriya  Îrlendê ji çendalîxwaziyê û hevhatinên navneteweyî ragihand û got: warên zav ji bo hevkariya  navbera Îran û Yekitiya Ewrûpayê hene.

Cewad Keçoiyan jî bal kişand ser pêvajoya berfirehkirina peywendiyên  her du welatan li çar salên buhurî, û ser viyana rayedarên Îranê ji bo berfirehkirina  hevkariyên giştalî bi Îrlendê re sekinî.

Başa dön tuşu