Serokkomarê Kûbayê: Em ji şermezarkirina cinayetên Îsraîlê nawestiyên
Serokkomarê Kûbayê Mîgêl Diyaz Kanêl bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina jînosayda li Zîvala Xezeyê tevbigerin û destnîşan kir ku em ji şermezarkirina cinayetênÎsraîlê nawestiyên.
Mîgêl Diyaz Kanêl got: Kûba dixwaze ev jînosayd were rawestandin û heta ku axa Filistînê şehîd û xwînê bide û ji ber kîn û nefreta dagirkerên Israîlî wêran bibe,Em ji şermezarkirina cinayetên Îsraîlê nawestiyên.
Diyaz Kanêl her wiha got: Kûba ti carî li himberî tişta ku li Xezeyê diqewime bêdeng namîne û her dem dengê xwe dê ji bo Filistînê bilind dike.Wî pêştir jî tekez kiribû: Jînosayda Îsraîlê terorîst li Xezeyê sedema şerma mirovahiyê ye û dîrok dê mirovên xemsar efû neke û di vê navberê de, Amerîka şirîkê dîrokî yê hovîtiya siyonîstan e.
Serokomarê Kûbayê yek ji wan rêberan e ku di mehên derbasbûyî de cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî filistîniyan mehkûm kir û li ser piştgirîkirina ji gelê Filistînê pêgirî kir.