Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê bal kişande ser sefera xwe ya vê dûmahîkê bo Erebistanê û destnîşan kir ku Bêyrût amade ye ku di navbera Riyaz û Têhranê da navcîtiyê bike lê hîn tu aliyekê xwestekekî wiha ji Lubnanê nekiriye.
Mîşêl Ewn bilî retkirina hinek ji nûçên derew bona sefera wî ya ji bo Erebistanê destnîşan kir ku Mesela herî girîng ji bo Lubnanê hebûna peywendiyekî baş tev hemû welatan e.
Her li vê çarçûvê Şêx Neyîm Qasim alîgîrê sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê jî got: Serokkomar heqê wî heye ku seredana her welatekê bike û seferên wiha bo serokkomarê her welatekê jî normalin.
Şêx Neyîm Qasim ragihand ku Sefera Mîşêl Ewn bo Erebistanê tu peywendiyek bi nêhrîna Hizbullaha Lubnanê tune û karbidestên Lubnanê dikarin peywendiyên xwe yên siyasî û abûrî tev welatên erebî û yên ne erebî berfirehtir bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)