LubnanNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Lubnanê: Terorîzm tesîrekî nerênî daniye ser navçê

Serokkomarê Lubnanê li rêûresma civîna abûrî ya welatên erebî li Beyrûtê bal kişande ser desdirêjiyên Rejîma Siyonîstî dijî vî welatî û ragihand ku terorîzmê tesîrekî nerênî daniye ser navçê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Rûsiya El-Yewmê, Mîşêl Ewn Serokkomarê Lubnanê li gotinên xwe yên  li rêûresma vebûna civîna abûrî ya welatên erebî got: Şerên hundirî û terorîzmê tesîrekî nerênî daniye pêşxistina navçê û kirîzên navçê xîncî rêketina ser meselên sereke û yên dinê çareser nabin.

Wî li bara destdirêjiyên Rejîma Siyonîstî jî got : Îsrayîl hema dewamê dide gefên xwe yên li dijî hakimiyeta erdî, deryayî û esmanî ya Lubnanê û biryarnameya 1701 binpê dike.

Wî bal kişande ser viya ku Lubnanê heta niha bacên giran bona şerên curbicur û şerê dijî terorîstan daye û ji civata navnetewî xwest bona zivirîna awareyên sûrî bo welatê xwe bixebitin.

Civîna abûrî ya welatên erebî îro yekşemê li Bêyrûtê destpê bû.

Başa dön tuşu