ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Otrîşê: Îran welatekî mezin e

Serokkomarê Otrşîê got ku Komara Îslamî ya Îranê welatekî mezin li navçeya aloz a Rojhilata Navîn e.

Serokkomarê Otrşê, Hayns Fîşer roja duşemiyê bereberê sefera Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Otrîşê li gotûbêja tev IRIB Newsê got ku mêjûya peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Otrîşê vedigere salên pir dûr.

Fîşer destnîşan kir ku Îran welatekî mezin li navça aloz a Rojhilata Navîn de ye û cîhan dikare bi beşdariya Komara îslamî ya Îranê Ev nakokiyan kêm bike.

Serokkomarê Otrşê bal kişand ser qeyrana Sûriyê û destnîşan kir ku qeyrana vî welatî heya niha canê gelek qurbaniyan girtiye û Ewrûpa rastî hejmara zav ya penaberan aniye lê Ewrûpa dikare bi alîkariya Îranê wek qaweta giring a navçê vê qeyranê çareser bike .

Fîşer her wihabi encamgihêştina muzakirên navokî yên Îran û 5+1`ê û destpêbûna rêketinnama navokî wek destpêkeke bo qonaxa nû ya têkiliyên Îran û Ewrûpayê da zanîn û destnîşan kir ku piştî cihhatina rêketinnama navokî , peywendiyên Îran û Otrîşê derbasî qonaxeke nû bûne .

Serokkomarê Otrşîê bal kişand ser sefera serketî ya Têhranê û hevdîtinên wî li Îranê tev rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, serokê parlemanê û rayedarên îranî destnîşan kir ku sefera Rûhanî bo Otrîşê dikare destekê bide xurtbûna peywendiyên du welatan .

Fîşer got ku Otrîş hez dike ku peywendiyên xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re li hemî waran ji wan hevkariyên li warê enerjiyê, aborî, zanistî û hîndekariyê berfireh bike. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu