AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Qezaqistanê gihêşte Têhranê

Nûrsoltan Nezerbayêf serokkomarê Qezaqistanê bona hevdîtina tev karbidestên Komara islamî ya Îranê û berfirekirina hevkariyên du alî, navçeyî û navnetewî gihêşte Têhranê.

Li gor rapora ajansa IRIB News’ê, Piştî pêşwaziya fermî ya ji serokkomarê Qezaqistanê û taxima abûrî û siyasî yê hevrê li Têhranê, qirare çend rêketinname dinavvbera wî û Hesen Rohanî serokkomarê Îranê îmza bibe.

Her li vê çaarçîvê da duh yêkşemê pişkên abûrî yên dewletî û xisûsî yên du welatên Îran û Qezaqistanê zêde ji 44 rêketinnamên hevkariyê bi erzişa milyardek dolar îmza kirin.

Ferhadê Şerîf alîkarê navnetewî yê serokê oda bazirganiya Îranê li Press konferansekê got: Berfirehkirina peywendiyên abûrî û siyasî digel welatên cînar û peywendiyya tev welatên bi hêze wekî Çîn û Hindûstanê ji siyasetên serekeye Îranê û Qezaqistanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu