Serokkomarê Sûriyê bi dayîna fermanekê dest bi sererastkirina kabîna vî welatî kir
Li gorî rapora SANA`Newsê, Beşar Esed serokkomarê Sûriyê roja çarşemiyê li fermana xwe ya serokatiyê jibo sererastkirina kabînê, Hişam Muhemed Memdûh El-Şuar wek wezîrê dadweriyê, Samir Ebdulrehman El-Xelîl wek wezîrê aboriyê û ticareta derve û Selam Muhemed El-Sefaf wek wezîrê geşatiya îdarî ya Sûriyê kivş kirin.
Di eynî demê de li gorî rapora televîzyona lubnanî ya El-Meyadînê, artêşa Sûriyê karî ku kontrola hinek ji çiyayên anvça Palmîrayê li derdora Himsê bigre destê xwe û ewlehî û aramiyê vegerîne navça Merezafê li rojava Hemayê.
Çavkaniyeke sûrî ragihand : Hêzên artêşa Sûriyê operasyoneke berfireh li dijî meqerên hêzên terorîstî li çiyayên derdora rojhilata Himsê ji wan çiyayên Enter Welhîdê û El-Zelîlê cih anîn ku piştî wê hejmarek ji van terorîstan hatin kuştin.
Hêzên hewayî yên artêşa Sûriyê jî karîn ku bi dehan tank û kelûmelên eskerî yên hêzên terorîstî li navça Eqîratê li derdora Selmiyê û hejmarek ji gundên derdora bakurê Hemayê ji nav bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)