NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokkomarê Sûriyê: Îro tevahiya Çînê hewceyî hebûna Çînê ye

Serokkomarê Sûriyê di hevdîtina digel şandeyê taybet ê Hikûmeta Çînê di karûbarên Rojhilatê Navînê da tevî amajeya bi zêdebûna rola vî welatî, got: Tevahiya cîhanê ji hêla siyasî û aborî va hewcedara hebûna Çînê ji bo pêkanîna hevsengiya dubare di rewşa cîhanê da ye.Şandeyê Çînê li karûbarên Rojhilatê Navînê ku vê dawiyê çûye Sûriyê roja Şemiyê digel serokkomar û wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin pêk anî.Bişar Esed Serokkomarê Çînê di hevdîtina bi “Cay Cûn” Şandeyê taybet ê hikûmeta Çînê di karûbarên Rojhilatê Navînê da, got: Guherîna erênî ya herî girîng di salên dawî li cîhanê, hebûna rola Çînê ye ku di rewşeke aram da zêde dibe û mînakeke nû di siyaset, abor û çandê bi taybet li ser esla bidestxistina aramî, aştî û sûdmendî ji bo hemiyan raber dike.Esed sipasiya Çînê ji bo navcîtî navbera Erebistana Seûdî û Îranê kir ku di encamê da ev du welat li hev nêzik bûn û dê bandora wê di aramiya tevahiya navçeya Rojhilatê Navînê were dîtin.Bişar Esed her wiha tevî sipasiya ji Çînê di heyama cenga ji bo berevaniya ji hakimiyeta Sûriyê da, bal kişande ser însiyatîva Çînê ji bo vejiyandina kembera Rêya Hevirmûşê û bidestxistina geşatî û hevkariya aborî û got: Rûbirûbûna herî girîng a hêzxurtan di serdema niha da, di asta yekem da warê aborî ye; ji ber vê yekê rizgarbûn ji sînordariya danûstandina bi Dolarê Amerîkayê pêwîst e û welatên Koma Bêrîksê ji bo îmkana bikaranîna Yûwana Çînê di danûstandinên bazirganî navbera welatan da, dikarin di vî warî rola pêşeng hebin.”Cay Cûn” Şandeyê taybet ê Hikûmeta Çînê di Karûbarên Rojhilatê Navînê da jî di vê hevdîtinê meyl û meraqa Serokkomarê Çînê ji bo bidestxistina encamên zêdetir di peywendiyên dualî da ragihande Esed û tekez kir: Piken dê ji bo berevaniya ji rastî û dadmendiyê li kêleka Sûriyê raweste û pişta cenga dijî hejemonî, terorîsm û destwerdana derveyî bigire.

Başa dön tuşu