EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomarên Îran û Fransayê ser cihanîna tam a rêketinnama navokî sekinîn

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokkomarê Fransayê ser cihanîna tam a xalên rêketinnama navokî sekinîn.

  Hesen Rûhanî sêşemiyê şevê li gorî dema herêmî li kêlela civîna Civata Giştî ya Rêxistina NY li New York`ê li hevdîtina tev Fransowa Oland serokkomarê Fransayê got: Nabe em rê bidin ku destkevtên rêketinnama navokî werin lawazkirin û hemî alî xêncî sekinîna li ser sozên xwe divê ji endaman bixwezin ku pêsiparteyên xwe cih bînin.

Rûhanî fulara xwe li bara dewama mesela terorîzmê li navçê da xûyanê û ser pêwîsrtiya yekitiya hemî welatan ji bo rawestana li hember vê pirsgirêka cîhanî tekez kir û got: Terorîst xêncî Rojhilata Navînê cihên din ên cîhanê jî nearam dikin û Îran amadeyî hevkariya zêdetir tev Ewropayê bi taybet Fransayê li bara rawestana li ber terorîzm û zêdegaviyê ye. Franswa Oland serokomarê Fransayê jî li vê hevdîtinê ser pêwîstiya  hevkariyên Têhran û Parîsê li hemî waran da sekinî û got: Divê derfeta rêketinnameya navokî ji bo berfirehkirina zêdetir a têkiliyan ser qazanca her du neteweyan bi kar bînin .

Olandî li bara  mesela terorîzmê li navçê jî got: Divê kiryarên ji bo rawestana li ber vê gefê lezgîn bibin û Fransa ji ber rola kêrhatî ya Îranê amadeyî hevkariya  tev Komara Îslamî ya Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu