CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Amerîka: Siûdî li mijara kuştina Xaşiqçî, ez nexapandim belki xwe xapandin

Serokomarê Amerîkayê got: Siûdî li mijara kuştina Xaşiqçî, ez nexapandim belki xwe xapandin.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a CNN`ê, Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, sibeha pêncşemiyê li koma nûçegîhanan herwiha got: Siûdî li ser mijara Xaşiqçî, ez nexapandim belki pêkan e ku xwe xapandibin û em ê bibînin ku wê rewşa çawan bibe.

Di eynî demê de CNN`ê nivîsî: Trump, tevî van gotinên xwe, ji ber dûhatên mijara kuştina Xaşiqçî bi hêrs e û hîs dike siûdî xiyanet lê kirine.

CNN`ê herwiha ragihand: Trump ji ber ku mijara Xaşiqçî bûye sedem ew bixwe û zavayê wî Cerêd Koşnêr (Jared Kushner) li hember Erebistanê lawaz xuya bikin, nerazî ye.

CNN`ê herwiha nivîsî: Rayedarên Siûdî li bara çarenivîsa Cemal Xaşiqçî, ji dema bêserûşûnbûna wî ve bi caran gotinên xwe guherîne û her carê tiştek gotine.

Rejîma Siûdî piştî derbasbûna nêzî sê hefteyan ji kuştina Cemal Xaşiqçî, bi raberkirina gotineka nîvcû, kuştina rojnamevanê rexnegirê Rejîma Siûdî li  nav konsûlxana Erebistanê ya li Stenbola Tirkiyê, ji nêşkêveyî da zanîn.

Axiftinên rayedarên Rejuîma Alê Siûd, li halekê ne ku meytê Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnegirê Rejîma Alê Siûd, heya niha jî nehatiye dîtin.

Başa dön tuşu