CîhanEwropaNûçe

Serokomarê Amerîkayê giheşte Koreya Başûr

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae In di civînekê de derbarê rêyên destpêkirina dubare ya muzakirên dualî yên Waşîngton û Piyong Yongê de gotûbêj kirin.

Yek ji planên Trump li Koreya Başûr seredana “devera sivîl a her du Koreyan“ li sînorê di navbera Koreya başûr û Koreya Bakur da ye.

Eva duyemîn seredana Serokomarê Amerîkayê bo Koreya Başûr e. Ew bo cara yekem di Mijdara sala 2017`ê da çû wî welatî.

Serokomarê Amerîkayê vê sibê li Japonê di peyameke bi rêya Twitterê da hêvî kir ku li sînorê di navbera her du Koreyan da, heta heke bo 2 xulekan jî be, bi Rêberê Koreya Bakur Kim Joong On re hevdîtinê pêk bîne.

Başa dön tuşu