EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Efganistanê amadebûna xwe jibo muzakira aşitiyê ya bi Talibanê re ragihand

Serokkomarê Efxanistanê li destpêka rê û resma Loyê Cergê ya şêwirîna aşitiyê cardinê amadetiya xwe bo muzakira aşitiyê û kutabûna şerê bi Talibanê re raghand.

 Li gorî Awa Newsê, Eşref Qenî xitabî beşdarên  vê civîna giring û bi çarenivîs got: Dewleta Efxanistanê îznê nade ku muzakirên  aşitiyê yên  ne-efxanî bên lidarxistin.

 Wî got: Kutabûna  şêr û damezrandina  aşitiya mayînde û dabînkirina  ewlehiyê ji daxwazên gel û dewleta Efxanistanê ye ji ber ku  gelê vî welatî li vî şerî piraniya ezîzên xwe ji dest dane.

Eşref Qenî her wiha ji Talibanê xwest ku  dawiyê bibine bêtifaqiya bi dewleta Efxanistanê re û dev ji durûtiyê berdin.

 Serokkomarê Efxanistanê got: Loyê Cergê lihevkirneka  neteweyî ye ji ber ku beşdaria ciwanan  û jinan mînaka wê ye.

  Eşref Qenî pişt re, nûnerên  partî û kesayetiyên  siyasî û mezhebî yên efxan ku civîa  Loyê Cergê ya şêwirîna  aşitiya Efxanistanê boykot kirine rexne kir û got: Her cure  biryardan bêyî berçavgirtina xwesteka gel bê encam e.

  Tevî rexneyên  ji lidarxistina Loyê Cerga  şêwirîna  aşitiyê û boykota ji aliyê hin kesên bi nav û deng ên efxan, ev civîna îro duşemiyê bi beşdariya 3 hezar û 200 nûneran li bajarê Kabolê destpê bû.

 Loyê Cergê tê wateya kombûna mezin a serokeşîrên  Efxanistanê û civata herî mezin a kesayetiyên  qewmî û civakî ye û di demên bi qeyran li Efxanistanê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu