Serokkomarê Efxanistanê li destpêka rê û resma Loyê Cergê ya şêwirîna aşitiyê cardinê amadetiya xwe bo muzakira aşitiyê û kutabûna şerê bi Talibanê re raghand.
Li gorî Awa Newsê, Eşref Qenî xitabî beşdarên vê civîna giring û bi çarenivîs got: Dewleta Efxanistanê îznê nade ku muzakirên aşitiyê yên ne-efxanî bên lidarxistin.
Wî got: Kutabûna şêr û damezrandina aşitiya mayînde û dabînkirina ewlehiyê ji daxwazên gel û dewleta Efxanistanê ye ji ber ku gelê vî welatî li vî şerî piraniya ezîzên xwe ji dest dane.
Eşref Qenî her wiha ji Talibanê xwest ku dawiyê bibine bêtifaqiya bi dewleta Efxanistanê re û dev ji durûtiyê berdin.
Serokkomarê Efxanistanê got: Loyê Cergê lihevkirneka neteweyî ye ji ber ku beşdaria ciwanan û jinan mînaka wê ye.
Eşref Qenî pişt re, nûnerên partî û kesayetiyên siyasî û mezhebî yên efxan ku civîa Loyê Cergê ya şêwirîna aşitiya Efxanistanê boykot kirine rexne kir û got: Her cure biryardan bêyî berçavgirtina xwesteka gel bê encam e.
Tevî rexneyên ji lidarxistina Loyê Cerga şêwirîna aşitiyê û boykota ji aliyê hin kesên bi nav û deng ên efxan, ev civîna îro duşemiyê bi beşdariya 3 hezar û 200 nûneran li bajarê Kabolê destpê bû.
Loyê Cergê tê wateya kombûna mezin a serokeşîrên Efxanistanê û civata herî mezin a kesayetiyên qewmî û civakî ye û di demên bi qeyran li Efxanistanê tê lidarxistin.