İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serokomarê Îranê çû Parêzgeha Kurdistanê

Serokoamrê Îranê ji bo nimandin û destpêkirina opêrasiyona cihanînê ya çend projeyên girîng ên pêşeyî û berhemanînê gihîşte Sineya navenda parêzgeha Kurdistanê li rojavaya Îranê.

Hesen Rûhanî serokomarê Îranê roja şemiyê hevrê digel Mehmûd Hucetî wezîrê Cehada Cotkariyê, Elî Rebîyî wezîrê Kar û Bîjen Namdar Zengene wezîrê niftê û çend rayedarên derecebilind ên welêt dema gihîştina firokexaneya Sineyê ji aliyê Ebdulmihemed Zahidî waliyê parêzgeha Kurdistanê, ayetullah Seyd Mihemed Hisênî Şahrûdî nûnerê Welîiyê Feqîh li Kurdistanê, Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Sineyê, nûnerên meclisa şêwraya îslamî û hejmareke birêvebiran va hat pêşwazîkirin.

Serokomarê Îranê li vê seferê biryar e ku 18 projeyên avedanî, xizmetgihanî, aborî û binavahiyê bigihîne qonaxa behrewergirtinê.

Ji bo behrewergirtina ji van projeyan du hezar û 750 miliyar toman sermayedanîn pêk hatiye û rewş ji bo xebata zêde ji 5 hezar kesî hatiye dabînkirin.

Projeyên herî girîng ku îro tên nimandin Pêtrokîmiya Kurdistanê, Lastîka Bariz, du karistanên berhemanîna Şîrika Hesin (Efşureya Hesin), projeya avakirina malan a Mêhrê (Meskena Mêhrê), Bendava Qûçemê û Bendava Çirax Vêysê û 114 navendên radyo û Televîziyonî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version