Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê sibeha roja çarşemiyê berî sefera yekrojî bo Oman û Kuwêytê li nav koma nûçegihanan bal kişande ser pêşwaziya welatên endama Konseya Hevkariya Kendava Farsê ji berfirekirina peywendiyan digel Îranê û got: Dewleta Kuwêytê peyamek ji aliyê şeş welatên dorhêla Kendava Farsê li bara biryara wan ji bo baştirkirna peywendiyan digel Îranê, çareserkirina nakokiyan, xurtkirina peywendiyan ji rêya gotûbêjê şandiye Têhranê.
Rûhanî bingeh û xîma siyaseta Îranê cînaretiya baş digel welatên cînar û hevkariya digel welatên îslamî da zanîn û got: Îran ti wextê li fikra destdirêjî, destwerdan, sepandina baweriyên olî û mezhebî an siyasî yên xwe li ser welatekî nebûye.
Wî bi bîr xist: Ewlehiya Kendava Farsê ji bo Îranê xwedan girîngiyet taybet e û ewlehiya vê navçeyê divê ji aliyê welatên navçeyê va bê dabînkirn û hizûra biyaniyan li Kendava Farsê ziyanbar bûye.
Hesen Rûhanî destnîşan kir: Welatên navçeyê bi qasî têrê têgihîştî û balix in û bi başî dikarin ewlehiya navçeya Kendava Farsê dabîn bikin.
Serokomarê Îranê her wiha got: Hin derfetên baş ji bo berfirekirina peywendiyên Îranê digel welatên dorhêla Kendava Farsê hene û berfirekirina peywendiyên duyalî yek ji armancên vê seferê ye.
Serokê Saziya cihêner a Îranê bal kişande ser rewşa niha ya Rojhilata Navînê û got: Li vê seferê digel rayedarên Oman û Kuwêytê li bara navçe, Iraq, Sûriye û Yemenê gotûbêj were kirin; Ji ber ku rola van welatan li bidawîanîna xwînrijandinê li Yemenê berbiçav e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê sibeha roja çarşemiyê li ser vexwendina fermî ya paşayê Omanê û bi merema hevdîtina duyalî û gotûbêja tev paşayê vî welatî, berê xwe da Omanê.
Rûhanî her wiha berêvariya roja çarşemiyê piştî bidawîhatina sefera bo Omanê û li ser vexwednina fermî ya mîrê Kuwêytê dê sefera vî welatî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)