ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Îranê sibê diçe Çînê

Sefîrê Îranê yê li Çînê got: Serokê Komara Islamî ya Îranê ji bo pişkdarîya li civîna Sazîya Hevkarîya Şanghayê dê sibê bigihêje Çînê.

Elî Esger Hacî li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a IRNA`yê got: Hesen Rûhanî li seredana sêrojî ya bo Çînê, yê pişkdarîya civîna serokên Sazîya Hevkarîya Şanghayê bike, bi serokomarê Çînê re û hin serokên welatên endamê vê sazîyê re hevdîtinê pêk bîne.

Sefîrê Îranê yê li Çînê herwiha got: Serokê Komara Islamî ya Îranê dê li merasima wajokirina belgeyên peywendîyên dualî ku çend belgeyên hevkarîya Îran û Çînê digirin ber xwe jî pişkdar bibe.

Li gorî gotina Elî Esger Hacî, 4 belgeyên sekinîna li hemberî madeyên hişber û sûcên organîzekirî, jordabirina rola Îranê li hevkarîyên Îran û Çînê di çarçova proja “cadeyek û kemberek“ de, belgeyên hevkarîyên odeyên bûrsê û hevkarîya zanîngehên her du welatan bi amadebûna serokomarên Îran û Çînê dê bên wajokirin.

Civîna serokên welatên endamê Sazîya Hevkarîyê ya Şanghayê wê di rojên 9 û 10`ê Hezîranê de li şarê Çîngdaoyê li Çînê bê lidarxistin.

Başa dön tuşu