ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna meşqa mûşekî ya hêzên bejayî yên artêşa Îranê

Manovra mûşekî ya hêzên bejayî yên artêşa Komara Islamiya Îranê li deverên navenda welêt destpê bû.

Li gorîrapora ajansa nûçan a Fars`ê, emîr sertîp Mihemedriza Pûrdestan, fermandeyê hêzên bejayî yên artêşa Komara Islamiya Îranê, vê sibê, fermana destpêbûna manovra mûşekî ya van hêzana li parêzgeha Isfehanê ser navê “ Heyder Kerrar-3“ û bi remza Ya Sahebezeman`ê da.

Li gorî vê raporê, li vê meşqê 8 mûşekên Nazêat û Fecr`ê hatin avêtinê û taktîkên curbicur ên şêrr jibo sekinîna li hemberî gefên navçeyî hatin bikaranînê.Mûşeka Nazêat bi du modêlên N-6 û N-10`ê li meşqa mûşekî ya hêzên bejayî yên artêşa Îranê hatiye bikaranînê û dikare dûratiya 100 kîlomêtrî bike armanc.Modêla N-10 a mûşeka Nazêatê dikare dûratiya 130 kîlomêtrî bike armanc.Piştî avêtina van mûşekana, hêzên bejayî yên artêşê armancên ji pêşva kifşbûyî dan ber topan. Sibê yê taktîkên pedafendî bên bikaranînê. Meşqa hêzên bejayî yên artêşa Komara Islamiya Îranê yê sibê 23`yê Gulanê hevgavê salroja opêrasiyona Beytulmuqedesê û azadkirina bajarê Xoremşehrê bidome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu