ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê înîyê yê Têhranê: Bûyera Aşûrayê mentiqa piratîkî ya şêwaza jîyanê ye

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîyê yê Têhranê bi gotina vîya ku bûyera Aşûrayê mentiqa piratîkî ya şêwaza jîyanê ye, ragihand: Imam Hisên (S) mînaka gelên Îran, Iraq, Sûrîye, Yemen û Behrêynê ye û mêrxwasî û xîret fêrî hemî azadîxwazên cîhanê kir.

Hucet ul Islam Mihemedhesen Ebûtorabîferd li xutbeyên nimêja înîya Têhranê bal kişand ser vîya ku mentiqa Aşûrayê li mentiqa piratîkî ya 8 salên berevanîya pîroz a Îranê li hemberî şerê rêjîma Beis a Iraqê jî hat ceribandin û bû ezmînek, got: Berevanîya pîroz a gelê Îranê li hemberî êrişa rêjîma Beis a Sedam dersa berxwedanê fêrî gelê Libnanê û bereya bihêz a Iraqê kir ta ku li hemberî zorbêj û serdestîxwazan li ber xwe bidin.

Ebûtorabîferd bal kişand ser felsefeya kiryarên vê dawîyê yên Donald Trump, Bênyamîn Natanyahû û Mihemed Bin Selman li hemberî hereketa gelê Îranê û got: Ezmûn û karnama 40 salan a berxwedana gelê Îranê li pêşberî Amerîkayê û civaka cîhanî ye û gelê Îranê bi dil û can di rêya tevgera Imam Hisên (S) de pêngavan radike.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîyê yê Têhranê bal kişand ser dilgiranîyên serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst ji Mêhwera Berxwedanê li herêmê û pêgirî kir: Israîl dizane ku dema têkçûna vê rêjîmê giheştîye.

Başa dön tuşu