IraqNûçeRojhilatanavin

Bikaranîna grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ya sîlahên kîmyayî li bakûra Iraqê

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bakûra Iraqê çekên qedexe yên kîmyayî bi kar anîne.

Li gorî rapora telivîzyona Press TV`yê, Husên Hacim Alîkarê qayîmeqamê Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê duh yekşemê ragihand ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li êrişên xwe yên ser navçên bakûra Iraqê çekên kîmyayî bi kar aniye.

Hacim destnîşan kir ku li van êrişên kîmyayî yên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser xelkê gundê Ewseceyê li başûra Mûsilê herî kêm 17 kesên sivîl ji wan hinek ji jin û zarokan rastî pirsgirêkên nefeskişandinê hatin.

Li gorî lêkolînên pêkhatî, grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li êrişa ser xelkê gundê Ewseceyê gaza Kolirê bi kar aniye.

Bikaranîna gaza Kolirê ji sala 1997`an li Konvansiyona navnetewî ya qedexebûna çekên navokî qedexe bûye.

Husên Hacim ragihand ku di 24 saetên bihurî da grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê êrişî ser çend gundan li başûra Mûsilê kiriye ku ji ber van êrişan 3 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu