IraqNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Iraqê, qanûna lidarxistina hilbijartinên parlimanî di dema kifşkirî de ragihand

Fuad Meisûm serokomarê Iraqê tevî ragihandina qanûna lidarxistina hilbijartinên parlimana vî welatî di dema kifşkirî de, ji hemî dezgehên kargêr re ragihand ku divê ewê cih bînin.

Îro Parlamentoya lraqê civînek taybet liser qanûna helbjartinên li vî welatî lidar xist û ew yasaya bi piraniya dengan pejirand û dema helbijartnên perlemantoyê jî diyar kir.

Li gorî rapora Somerye News`ê, li daxûyanîya serokomarê Iraqê hatîye: Li gorî qanûnî li destûra bingehîn heyî û pejirandina plana vê dawîyê ya parlimanteran, hilbijartinên parlimanê divê di dema kifşkirî ango 12`ê Gulana tê de bên lidarxistin.

Başa dön tuşu