CîhanNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Îsraîlê: Obama her tim piştevaniya Îsraîlê kir

Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin diyar kir ku Serokê Amerîkayê Barack Obama di 8 salên deshilatdariya xwe de, di serî de ji hêla leşkerî ve tim ji bo piştevaniya Îsraîlê kar kiriye.

Li gor nûçeya radyoya Îsraîlê Rivlin di resepsîyona xatirxwestina balyozê Amerîkayê yê Tel Ewîwê Dan Shapiro de axivî û got, ‘Obama di 8 salên deshilatdariya xwe de, di serî de ji hêla leşkerî ve tim ji bo piştevaniya Îsraîlê kar kir.’

Balyozê Amerîkî Shapiro jî cudabûna hin nêrînên her du aliyan wek rewşeke asayî ya navbera dostan nirxand û got, ‘Dema rûpelên dîrokê werin nivîsandin, wê her kes bihêzbûna pêwendiyên Tel Ewîw û Washingtonê ya di salên dawî de bibîne.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu