EwropaNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Misrê Sîsî li Almanyayê bi Merkel re hevdîtin pêk anî

Serokomarê Misrê Abdulfetah el Sîsî li Almanyayê bi Serokwezîr Angela Merkel re di mijarên tekoşîna dijterorê û koçberiya neqanûnî de hevdîtinek pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Serokomariya Misrê, Angela Merkel li Berlînê li avahiya Serokwezîrtiya Almanyayê pêşwaziya abdulfetah el Sîsî kir, di hevdîtinê de tekoşîna dijteror, koçberiya îlegal, krîza Qetar û welatên ereb ên kendavê, Libya û mijarên siyasî yên herêmê nirxandin.

Herwiha Merkel di hevdîtinê de pesnê hevkariya navbera Misir û Almanyayê da û piştgiriya bernameya reforma ekonomîk a ku Misir dimeşîne kir.

Sîsî jî di hevdîtina xwe ya Merkel de behsa girîngiya tekoşîna dijteror, aramî û ewlehiya temamê herêmê û çareseriya krîza siyasî ya Libya û Sûriyeyê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu