ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Ingilîsê dewsa Amerîkayê li komxebata jinûve avakirina Reaktora Ava Giran a Erakê girt

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê got: Bi vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî, Ingilîsê dewsa Amerîkayê li komxebata jinûve avakirina Reaktora Ava Giran a Erakê cî girt, komxebata ku berî vîya bi pişkdarîya Îran, Amerîka û Çînê hatibû pêkanînê.

Elîekber Salihî bi gotina vîya ku hemî karên navokî yên Îranê bi başî pêşde diçin, dîyar kir: Tevî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Rêketinama Atomî, tu pirsgirêkek li peydakirin, lêkolîn, pêşxistin û avakirina hêzgehên nû derneketîye û karên wekî berhemanîna dermîn û avakirina nexweşxanê tên şopandin.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê pêgirî kir ku sepandina dubare ya boykotên yekalî yên Amerîkayê tu bandorekê li çalakîyên navokî yên Îranê nekirîye û ragihand: Pişka sereke ya karên projên navokî yên Îranê pisporên îranî bi xwe dikin û dema pêwîst be jî bi alîkarîya Ûrsêtê tê kirin ku Moskowê jî di vî warî de sozên xwe baş cih anîne.

Salihî basa pêşketina karên avakirina Hêzgeha Duyem a Bûşêhrê jî kir û got: Niha karên vê hêzgehê li pêş planê ketine û em hêvîdar in ku ev hêzgeha heta 6 salên din bigihêje qonaxa sûdwergirtinê û 2 salan piştî birêxistina Hêzgeha Duyem, Hêzgeha Sêyem jî bikeve dewrê.

Başa dön tuşu