IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê li Mûsilê 2 taxên din ji destê DAIŞê deranîn

Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona Mûsilê de hêzên artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê taxa Mûellîmîn û Sayloya ji destê terorîstên DAIŞê derxistin. Herwiha li gorî zanyariyan li bajêr li derdora navçeya Babil Top û Mînereya Hedba şerek giran diqewime.

Cigirê Fermandarê Operasyonên Em Hatin Nînowa di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên dijterora Iraqê li rojavayê Mûsilê taxa Mûellîmîn û Saylo kontrol kirin. Firqeya 9 a Zîrxpoşan û Hêzên Heşdî Şebî li devara Badoşê pêşve diçin û rêya di navbera Badoş û Mûsilê û herwiha herêma Dirnac û santrala elektrîka Badoşê û Girtîgeha Badoşê jî kontrol kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu