NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokomarê Sûriyê û Şandiyê taybet ê Serokomarê Rûsiyê gotûbêj kirin

Serokomarê Sûriyê û Şandiyê taybet ê Serokomarê Rûsiyê derbrê dawîn guhertinên ewlehiyê yên Sûriyê û hewildanên navneteweyî ji bo pêkanîna aştiyê li vî welatî gotûbêj kirin.

Şandiyê taybet ê Serokomarê Rûsiyê, Elêksndir Lavirintof roja Yekşemiyê bi Bişar Esedê serokomarê Sûriyê ra li Şama paytexta vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir.

Elêksandir Lavirintof li vê hevdîtinê tevî raberkirina raporekê ji civîna çaralî ya vê dawiyê li Istenbûla Tirkiyê derbarê Sûriyê, li ser hewildanên Moskoyê û aliyên din ên navçeyî û navneteweyî ji bo wêdadayîna astentgî û berbendên li ser riya pêşketina pêvajoya siyasî ya çareserkirina qeyrana Sûriyê pêgirî kir.

Bişar Esedê serokomarê Szûriyê jî li vê hevdîtinê tevî sipasiya ji hewildanên rayedarên Rûsiyê b taybet Viladîmîr Pûtînê serokomarê vî welatî ji bo mudaxileya bêla ya derveyî li Sûriyê, got: Ev pêvajo alîkariya sûriyan dike da ku bixwe û li gorî berjewendiyên Sûriyê derbarê çarenivîsa xwe biryarê bidin.

L vê hevdîtinê her wiha  li ser damezirandina Komîteya Hilkolandina Qanûna Bingehîn a Niha ya Sûriyê gotûbêj hat kirin.

Li vî halî, Şandiyê taybet ê Serokomarê Rûsiyê li karên Sûriyê, Elêksandir Lavirintof ji bo hevdîtin û gotûbêja bi Elî Şemxanî, Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja Duşemiyê tê Têhranê.

Gotûbêjên Astaneyê ji meha Çileya 2017an va bi dahênerîya Komara Îslamî ya Îranê û bi hevkariya welatên Rûsiye û Tikriyê bi armanca pêkanîna Aştiyê li Sûriyê dest pê bûye.

Encama sereke ya van gotûbêjan pêkanîna Navçeyên Kêm,kirina Kêşeyan li Sûriyê bûye.

Başa dön tuşu