CîhanEwropaNûçe

Serokomarê Venezuelayê Nîkolas Madoro ketina hêzên amerîkî nav balyozxana wî welatî li Waşîngtonê şermezar kir

Serokomarê Venezuelayê Nîkolas Madoro got: Amerîkayê sînorê balyozxana Venezuelayê li Waşîngtonê binpê kirîye di halekî da ku divê rêz li sînor û parastîbûna balyozxanê bê girtinê.

Madoro herwiha got: Ligorî hiqûqa navnetewî, Serokomarê Amerîkayê Donald trump him ji hêla qanûnî û him ji hêla exlaqî berpirsê binpêkirina sînorê balyozxana Venezuelayê li Waşîngtonê ye.

Madoro pêgirî kir ku hîç dadwerek li Amerîkayê nikare fermana derxistina dîplomatên venezuelayî ji balyozxanê bide û em ê vê dosîyê li sazîyên navnetewî hilêxin û ew karê Amerîkayê sefêkatîyeke rastî ye û Karakas ewê şermezar dike.

Polîsên Amerîkayê duh êrişî balyozxana Venezuelayê li Waşîngtonê kirin û hejmara kêm a personelên mayî yên nuneratîya Karakasê li Amerîkayê derxistin.

Berî vîya di 24`ê Nîsanê de dîplomatên venezuelayî balyozxana vî welatî li Waşîngtonê terikandibûn.

Başa dön tuşu