IraqNûçeRojhilatanavin

Serokomariya Iraqê derbarê serdana dawî ya Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm de daxuyaniyek belav kir

Daxuyaniya ku di malpera fermi ya serokomariya Iraqê de hatiye belav kirin de, ofîsa ragehandina serokomariyê dibêje; Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bi helîkopterek leşkerî serdana bajarokê Heyderiyê kiriye.

Herwaha ofîsa serokomariyê red dike Fuad Mehsûm serdana Necef û Kerbelayê kiribe û tê gotin duh 13.05.2017ê serokomarê Iraqê bo beşdarbûna kongreya niştimanî ya aştiya civakî çûye bajarokê Heyderiyê ya ser bi parêzgeha Necefê.

Daxuyaniyê de tê gotin Fuad Mehsûm dixwaze serdana bajarên Necef û Kerbelayê jî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu