LubnanNûçeRojhilatanavin

Serokomartiya Libnannê: Hizbullah di bijartina Kabîneyê da mudaxile nake

Ofîsa Ragihandinê ya Serokomartiya Libnanê ragihand ku Hizbullahê di pêvajoya bijartina Kabîneya Libnanê da mudaxile nekiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê, Ofîsa Ragihandinê ya Serokomartiya Libnanê roja Îniyê ragihand, hinek îdia dikin ku Hizbullah di karên damezirandina dewletê da mudxile dike, lê haka nîne û ev partî di tu yek ji biryarên Mîşl Ewn serokomarê vî welatî û pêkhateya kabîneyê da mudaxile nake.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokomartiya Libnanê teqez kir, Ev îdia jî heye ku Cebran Basîl Serokê Tevgera Azad a Neteweyî ya Libnanê û Wezîrê karên derve yê Libnanê di rêya damezirandina kabîneya dewletê da astengiyan derdixe, di halekî da ku rastî ev  eku Basîl bi ti awayî di vê pêvajoyê da beşdar nebûye.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokomartiya Libnanê ragihand: Bijartina wezîran û belavkirina wezareta li gorî Beşa çarem ji Xala 53 û beşa duyem ji Xala 64 a Qanûna Binmgehîn mafê pawanî yê Serokwezîr nîne û Mîşil Ewn mafê xwe yê qanûnî heye ku beriya wajokirinê, kabîneya dewletê bi tamî piştrast bike.

Başa dön tuşu