CîhanNûçeRojhilatanavin

Serokwezîr bangî jinan kir: Heke hevserên we dengê xwe nedin bi daran li wan bidin

Serokwezîrê Cezayîrê Abdulmalik Sellal di axaftina xwe ya hilbijartinê de bangî jinan kir ku hevserên we denge xwe nede bi daran li wan bidin.

Hemwelatiyên cezayîrî duhî ji bo hilbijartina parlamentoyê çûne ser sindoqan. Di wah û pêşbîniyên hilbijartinê de herî zêde çareseriya krîza ekonomîk û bêkarî cih girt.

Serokwezîrê Cezayîrê Abdulmalik Sellal ji hemwelatiyan xwest herin ser sindoqan û denge xwe bikar bînin. Sellal di axaftina xwe ya bajarê Setîf ku dikeve rojhilatê welat bangî jinan kir û got: “Roja hilbijartinê hevserên xwe ji bo dengdayîna hilbijartinê zû rakin, ji wan re qahwe filan çênekin û wan kaş bikin ser sindoqan.”

Abdulmalik Sellal di axaftina xwe ya berdewamiya banga jinan de got: “Heke hevserên we ji bo neçûna ser sindoqan li ber xwe bidin bi daran li wan bidin. Ji bo aramî û pêşeroja welat divê herkes here ser sindoqan û denge xwe bikar bîne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu