IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîr û serokê parlemana Iraqê çûn derdora Felûcê

Serokwezîr û serokê parlemana Iraqê ligel fermandarên leşkerî yên vî welatî li opêrasiyona azadkirina Felûcê ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê hevdîtin pêk anîn.

Li gorî rapora kanala televîziyoniya Meyadîna Libnanê, serokwezîrê, Heyder Ebadî û serokê parlemana Iraqê, Selîm Cebûrî roja pêncşemiyê bi amadebûna li navenda leşkerî ya Tariqê li nêzikî bajarê Felûcê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê, agahiyên li bara pêvajoya opêrasiyona dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê bi dest xistin.

Heyder Ebadî li hevdîtina ligel fermandarên leşkerî serketina hêzên iraqî li hemberî DAIŞ`ê li wan pîroz kir û sipasiya hêzên iraqî ji ber wêrekî û fîdakariya wan ji bo azadkirina bajarên cûrbicûr ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê kir.

Serokwezîrê Iraqê her wiha tevî pêgiriya lis er parastina canê welatiyên sivîl li Felûcê, şîret li hêzên iraqî kir ku heta pêkanîna serketina dawiyê şerê li dijî çeteyan bidomînin.

Serokê parlemana Iraqê, Selîm cebûrî jî li ser piştgiriya ji hêzên iraqî pêgirî kir. Selîm Cebûrî got ku azadkirina navçeyên berfireh ji axa Iraqê ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê bi hewildana hêzên artêş û yên gelanî pêkan bûye.

Opêrasiyona azadkirina Felûcê ji 23`ê meha Gulana 2016`an dest pê bûye.

Hêzên artêş, hêzên gelanî nasyar bi Heşda Şeibî û eşîrên Iraqê beşdarî opêrasiyona azadkirina Felûcê bûne

(BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu