CîhanEwropaNûçe

Serokwezîra Brîtanyayê li dijî lidarxistina giştpirsîna duyem derbarê plana Brêgzîtê derket

Trêza Mêyê roja Duşemiyê li axaftinekê li Meclisa gelanî ya Brîtanyayê derbarê plana derketina vî welatî i Yekîtioya Ewropayê nasyar bi Plana Brêgzîtê, tevî pêgiriya li ser vê yekê ku divê biryara dayî li giştpirsînê, were cihanîn, got: Lidarxistina giştpirsîna duyem dikare dûhatine xerab ji bo welêt pêk bîne.

Trêza Mêyê her wiha got: Giştpirsîna duyem dkare derbeka giran li hevgirtina civakî ya welêt xîne û xetera parçebûna welêt bihêz bike .

Nûnerên Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê 15ê Çileyê li diujî Lihevkirina Brêgzîtê ku di navbera Trêza Mêya serokwezîra vî welatî û rêberên ewropî hatibû bidestxistin, pesend nekirin.

Dijayetiya nûnerên parlimana Brîtanyayê digel Lihevkirina Brêgzîtê rewşa pêşerojê ya derketina vî welatî ji Yekîtiya Ewropayê dijwartir ji berê kiriye.

Yekîtiya Ewropayê destnîşan dike ku nikare derbarê Lihevkirina Brêgzîtê careka din gotûbêj bike.

Brîtanya biryar e 29ê Adara 2019an ji Yekîtiya Ewropayê veqete.

Başa dön tuşu