CîhanEwropaNûçe

Serokwezirê Avusturyayê Sebastian Kurz: Amerîka her diçe bêbawer dibe

Serokwezirê Avusturyayê Sebastian Kurz di axaftina xwe ya rojnameya Financial timesê de ragihand ku Amerîka her diçe bêbawer dibe.

Serokwezîrê Avusturyayê Sebastian Kurz di hevpeyvîna xwe de li dijî endamtiya Tirkye ya Ewropayê derket û got: “Enqereyê krîterên Kopenhagê yên standardên mafê mirovî û demokrasiyê bi cih neanîn. Dive Yekîtiya Ewropayê endamtiya Tirkiyeyê rawestîne.”

Sebastian Kurz serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Kurz a Viyanê nirxand û got: “Em nikarin krîza Ukraynayê bi tena serê xwe çareserbikin. Li Sûriyeyê jî em bi Rûsya û Amerîkayê re tevbigerin em ê biser bikevin. Lewma divê daîma welatên wek Avusturya ku wezîfeya pirê dibînin têkiliyê wê bi dewleteke wek Rûsyayê re hebe.”

Kurz di berdewamiya axaftina xwe de yekperçebûna Ewropa parast û ji bo Brexitê got: “Biryara rêvebiriya Londonê ya Brexitê gelek tirsnak e. Ji bo me tiştê herî girîng parastina sînor û yekbûna Ewropayê ye.”

Başa dön tuşu