NûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê berê yê Kuweytê Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah koça dawî kir

Serokwezîrê berê yê Kuweytê Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah di 72 saliya xwe de koça dawî kir.

Serokwezîr Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah, di jiyana xwe de çend post wergirtine di nava wan de Wezîrê Bergiriyê, Wezîrtiya Karubarên Dîwana Şahane rawêjkariya Welî Ehd kiriye.

Serokwezîr Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah kurê mezin ê mîrê berê yê Kuwêtê Şêx Sebah el Ehmed el Sebah, di 27/4/1948an ji dayik bûye îro 72 saliyê de koça dawî kiriye.

Merasîma bi xaksipartina Serokwezîr Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah sibê dê li Kuwêtê birêve biçe.

Başa dön tuşu