ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Peyama `Serdar Silêmanî` bo Rêberê Giranqedr ê Cîhana Îslamî: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan انّافَتَحنا لَکَ فتحاً مُبینا….

Serdar Silêmanî bi peyamekê bo Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bidawîhatina karê DAIŞ`ê bi fermî ragihand. Naveroka vê peyamê bi vî rengî ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

`Îna Fetehna Leke Fethen Mubîna`

(انّافَتَحنا لَکَ فتحاً مُبینا)

Bo pêşbera pîroz a rêberê delal û wêrek ê Înqilaba Îslamî

Hezretê ayetulla Ozma Îmam Xamineyî Mude Zille ul-Alî

Selamun Eleykum

Şeş salan berî viya komployek bi xeter weke komployên serdema Mîrê Mominan, hezretê Elî (S) ku derfet û şîriniya têgihîştina rasteqîn a Îslama resen a Mihemedî (S) ji misilmanan istand, vê carê lihevalyayî û werdayî bi jehrê siyonîsm û istikbarê weke bahozeka wêranker, cîhana Îslamê da ber xwe.

Ev komploya bixeter û jehrî bi armanca agirberdana berfireh li cîhana îslamê û xistina şer û pevçûnan navbera misilmanan, ji aliyê dijminên îslamê va pêk hat. Tevgera qirêj ku bi navê “Hikûmeta Îslamî li Iraq û Şamê“ di mehên destpêkê da karî ku bi xalifandina bi dehan hezar ciwanên misilman ên du welatan, di cîhana îslamê da gellek bandorê bike û Iraq û Sûriyê tûşî qeyraneka gellek bixeter bike û bi sedan hezar kîlomitrên çargûşe ji axa van welatan hevrê digel bi hezaran gund, bajar û navendên girîng ên parêzgehan dagir bike û bi hezaran kargeh û karistanû û binavahiyên girîng ên van welatan ji wan rê, pire, palîngeh, bîr û xetên nift û gaz û hêzgehên kareba û babetên din ji vê cûreyê xera bike û bajarên girîng hevrê digel şûnewarên dîrokî û şaristaniyeta wan a neteweyî bi bombedanînê ji nav bibe an bişewitîne.

Eger çi ku qasa ziyanên lêketî nikare bê texmînkirin, lê hilêkolandinên seretayî qasî pêncsed miliyar dolarî ye.

Li vê bûyerê cinayetên gellek diltezîn û biêş ku nikarin bên nîşandan; Ji wan: Serjêkirina zarokan an jêrkirina çermê mirovan li ber çavê malbatên wan tevî ku zindî bûn, hêsîrkirina keçik û jinên bêguneh û destdirêjiya ser wan, şewitandina zindî ya mirovan û serjêkirina komkî ya bi sedan ciwanan.

Gelê misilman ên van welatan heyîrîmayî ji vê bahoza bitalûke, beşek tûşî xencerên tûj ên cinayetkarên tekfîrî bûn û bi miliyon kesên din dev ji mal û warê xwe berdan û li bajar û welatên din aware û derbider bûn.

Li vê komploya Reş, bi hezaran mizgeft û şûnewarên pîroz ên misilmanan hatin xerakirin û li hin babetan mizgeft digel pêşnimêjê wê û nimêjkaran bi hev ra hatin teqandin.

Zêde ji şeş hezar ciwanên xapyayî bi navê berevaniya ji îslamê bi awayê xwekujî û bi erebeyên tijî ji teqemeniyê xwe li nav meydan, mizgeft, medrese û heta nexweşxane û navendên gelemperî yên misilmanan teqandin ku di encama van cinayetan da bi dehan hezar mêr, jin û zarokên bêguneh şehîd bûn.

Tevahiya van cinayetan li gorî îtiraf û lixwemukurhatina rayedarê herî bilind ê fermî yê Amerîkayê ku niha posta serokomartiya vî welatî girtiye ustiyê xwe, ji aliyê rêber û rêxistinên têkidlarî Amerîkayê va hatine plandarêştin û cihanîn, wisa ku hema wisa ev rêbaz ji aliyê serokên niha yên Amerîkayê va li halê cihanînê ne.

Tiştê ku piştî qencî û alîkariya Xwedayê Subhan û Înayeta taybet a Resûlê Hêja yê Îslamê (S) û binemala wî ya giranqedr bû sedema têkçûna vê komploya reş û bixeter, rêbertiya hişmendane û rênimûniyên hekîmane yên cenabê te yê hêja û merceyê derecebilind, hezretê ayetullah Ozma Sîstanî bûn ku bû sedema seferberbûna tevahiya îmkan û derfetan ji bo sekinîna li hemberî vê bahoza wêranker.

Teqez berxwedana dewletên Iraq û Sûriyê û têkoşîna artêş  û ciwanên van du welatan bi taybet Heşdê Şeibiyê pîroz û ciwanên misilman ên welatên din bi amadebûna bihêz û bingehîn a Hizbullahê bi serokatiya seyidê wê yê şanaz, seyd Hesen Nesrullah (Xwedê Teala wî biparêze), roleka bi bandor li têkbirina vê bûyera bitalûke hebûn.

Bi hetim rola binirx a gel û dewleta xizmetguzar a Komara Îslamî ya Îranê, bi taybet serokê rêzdar ê Komara Îslamî ya Îranê, parliman, wezareta berevaniyê û rêxistinên leşkerî û ewlehkarî yên welatê me li warê piştgiriya ji dewlet û gelên welatên navbirî cihê sipasdariyê ye.

Ez  wek serbazekî erkdarkirî ji aliyê cenabê te yê hêja va li vê meydanê, bi tevabûna opêrasiyona azadkirina Bûkemalê weke dawîn keleha DAIŞ`ê bi jordaxistina ala vê koma amerîkî-siyonîstî û bilindkirina ala Sûriyê, dawiya serdestiya vê `Şecereya Xebîseya Melûne` radigihînim û bi nûneratiya ji tevahiya fermandar û têkoşerên bênav ên vê meydanê û bi hezaran şehîd û cangoriyên Berevanê Heremê yên îranî, iraqî, sûriyeyî, libnanî, efxanistanî û pakistanî ku ji bo berevaniya ji can û namûsên misilmanan û pîrozweriyên wan canê xwe feda kirin, vê serketina gellek mezin û çarenûssaz li cenabê te û gelê hêja yê Îrana Îslamî û gelên bindest û mezlûm ên Iraq û Sûriyê û misilmanên din ên dinyayê pîroz dikim û ji ber vê serketina mezin li pêşberî Xwedayê mezin û teala bi nîşana şukr û sipasê eniya xwe ser axê datînim.

`We ma el-nesr, îlla min îndillah ul ezîz ul hekîm

(وَ مَا النَّصرالّا مِن عِندِالله العَزِیزِ الحَکِیم)

Zarok û serbazê te

Qasim Silêmanî

Başa dön tuşu