CîhanEwropaNûçe

Serokwezîrê Ermenistanê dest ji karê xwe kişand

Bi dû dewama xwenîşandana dijî dewletê li Ermenistanê, Sêrj Sirkîsiyan serokwezîrê nû yê vî welatî dest ji karê xwe kişand.

Li gorî rapora IRNAyê, navenda ragihandinê ya serokwezîrtiya Ermenistanê ragihand ku li pey nerazîtî û xwenîşandana dijî dewletê li vî welatî, Sêrj Sêrkîsiyan, serokwezîrê Ermenistanê îro yanî Duşemiyê ji posta xwe wêda çû.

Gelê Ermenistanê di çend rojên bihurî da bi lidarxistina xwenîşandanê li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî ji wan Yêrewana paytexta vî welatî daxwaza dest ji kar kişandina serokwezîrê vî welatî, Sêrj Sêrkîsiyan, kirin.

Îro Duşemiyê bi sedan leşkerên ermenî bi kincên fermî yên leşkerî tevlî xwenîşandana dijî dewletê li Ermenistanê bûn.

Sêrj Sêrkîsiyan ku ji sala 2008an va serokomarê Ermenistanê bû, piştî bidawîhatina heyama serokomartiyê û di dengwergirtina 17ê Nîsanê li parlimana vî welatî wek serokwezîrê hat bijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu