Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte diyar kir ku îhtimal heye berpirsyarê êrîşa kimyewî ya li dijî navçeya Dûmayê ya Sûriyeyê, Şam be û got, lê em beşdarî operasyoneke leşkeri nabin.
Rutte duh jî li Çînê ji bo çapemeniyê gotibû, “Em difikirin ku bi îhtimaleke mezin li paş wê êrîşa tirsnak Sûriye heye û ji ber vê yekê em rêzê li operasyoneke leşkerî ya li dijî Sûriyeyê dikirin. Lê divê ev ne zêde be, ev ji bo me girîng e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)