CîhanEwropaNûçe

Ji Koreya Bakur hişyariya şerê nûkleerî

Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de tetbîqatên hevpar ên leşkerî yên Amerîka û Koreya Başur li herêmê rexne kir û ragihand ku em hatine xala şerê nûkleerî.

Nûnerê Daîmî yê Koreya Bakur li Neteweyen Yekbûyî Ja Song Nam nameyek ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şand û got: “Amerîka ji 1ê Adarê ve bi Koreya Başur ve bi keştiyên balafir ên nûkleerî, noqav, balafirên bombebaranê û bi balafirên xeyalet li herêmê tetbîqatên leşkerî pêk tîne.

Ja Song Nam di berdewamiya nameya xwe de got: “Li Nîvgirava Koreyê em hatine xala şerê nûkleerî, tetbîqatên hevpar ên Amerîka û Koreya Başur wê Nîvgirava Kore û Bakurê Rojhilatê Asyayê têxin felaketê, divê ev tetbîqatên leşkerî yên Amerîkayê di KENYê de werin nirxandin.”

Nûnerê Daîmî Ja Song Nam di dawiya nameya xwe de got: “Heke ev daxwaza Koreya Bakur neyê qebûlkirin wekî berê wê dîsa îspat bibe ku Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî baskê siyasî yê Amerîkayê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu