CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Berdevka hikûmeta Urdinê Cumana Xinêmat: Em hew dikarin pêşwaziya penaberên Sûriyeyê bikin

Berdevka hikûmeta Urdinê Cumana Xinêmat di axaftina xwe de got: “Em dest ji rola xwe ya alîkariya însanî bernadin, lê bi destpêkirina operasyonan li başûrê Sûriyeyê êdî em nikarin pêşwaziya pêleke nû ya peneberan bikin.”

Cumelan Xinêmat di berdewamiya axaftina xwe de got: “Divê hemû aliyên nav axa Sûriyeyê pêşengiya wê pêla penaberiyê bikin. Em ê karê xwe yê ligel rêxistinên Sûriyeyê dewam bikin ji bo alîkariya penaberan, lê em bi tena serê xwe nikarin.”

Li gor daneyên Netewên Yekbûyî nêzîkî 700 hezar penaberên Sûriyeyê li Urdinê dijîn, lê Emmana paytexta wî welatî dibêje nêzîkî milyonek û 300 hezar penaberên Sûriyeyê li Urdinê hene.

Başa dön tuşu