ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî: Em boykotên Amerîkayê dijî Îranê berçav nagirin

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî careka din pêgirî kir ku ev welata nabe beşeke pergala boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê.

Adil Evdilmehdî di hevpeyvîna digel kesayetîyên zanistî, werzişî û mêdyayî yên Iraqê da bi gotina vê yekê ku Bexda li dijî boykotên yekalî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê ye, ragihand ku Iraq fermanên Waşîngtonê cih nayne.

Evdilmehdî herwiha got: Rast e ku Iraq lawaz e lê teslîm nabe û ev welata di cîgeheke durist da sekinîye.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî berî vîya jî pêgirî li ser neyarîya welatê xwe li hemberî boykotên yekalî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê kiribû û ragihandibû ku Iraq boykotên Waşîngtonê yên li dijî Têhranê cih nayne.

Başa dön tuşu