IraqMisrNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê bi fermî sefera Misrê kir

Serokwezîrê Iraqê yekem serdana xwe ya dervey welat pêkanî û di vê çarçovê de gihêşte Qahirê paytexta Misrê.

Piştî ku Adil Ebdulmehdî bû serokwezîrê Iraqê yekem serdana xwe ya derveyî Iraqê pêkanî û geheşt paytexta Misirê, Qahîrê. di vê seferê de taximeke derecbilind jî bi Ebdulmehdî re ye.

Biryare Adil Ebdulmehdî beşdarî li civîna sê dewletên Misir, Urdin û Iraqê bike û li gel serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û  şahê Urdinê melik Ebdullahê duyem re bicive.

Civîna sê welatên ereb bi armanca gotûbêjkirina derbarê pêşxistina peyvendiyên sê welat û berfirekirina alîkariyan di hemû aliyan de, herwaha piştevaniya ewlehî û îstiqrara û pêşxistina aboriya her sê welatan e.

Başa dön tuşu