ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Inqilaba îslamî rûdaweke bêmînak li dîroka gelên navçê û cîhanê bû

Hesen Ruhanî serokomarê Îranê îro yekşemê hevçaxî desbikarkirina hevgav a 10 navendên çandî û entîqexanên berevaniya pîroz li 10 parêzgehên Îranê li Têhranê got: Gelê Îranê bêyî alîkariya tu qawet û welatekî biyanî û bi palpiştiya Xwedê teala û bi yekbûn û fîdakariyê inqilaba îslamî serxistin û li berevaniya pîroz jî serketin.

Serokomarê Îranê desnîşan kir:dewrana berevaniya pîroz, dewrana berxwedana bi dil û can a netewekê, ne bi tenê li hemberî rejîmeke desdirêjker belkî li hemberî hemû hêz û qawetên cîhanê bû.

Ruhanî desnîşan kir: Îran aşitîxwaz e û bona zêdekirina karayiya xwe ya berevaniyê hewcetî bi gotûbêja bi tu qudretekê tune.

Wî got: Her cure sîlahek ku bona zêdekirina karayiya berevaniyê pêwîst be li çarçêva qayde û qiraran û fitwayên rêberê inqilabê têne çêkirin, lê Îran bi dû çekên tevkujî nîne.

Ruhanî got: Îranê hertim hewcetî bi vê yekê heye ku qudreta xwe ya berevaniyê zêd bike û heta wê çaxê ku gefên dijî welêt hebin, ev qudreta berevaniyê dê zêdetir bibin ji ber ku pêwîst e bi dijmin em bidin fêmkirin ku her cure desdirêjiyek ser Îranê dê bohayeke giran hebe.

Wî got: Mêrxasên Îranê li salên vê dawiyê li welatên cînar bona berevaniya ji canê misilmanan fîdakarî kirin û nîşan dan ku eger 30 sal ji şerê tehmîlî derbas bûye. lê ev rûhiyeta mêrxasî û berxwedana li hemberî dijminan li navçê û cîhanê hîn jî berdewam e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu