IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê çalakiya wezîrê elektrîkê da rawestandin

Serokwezîrê Iraqê çalakiya wezîrê elektrîkê yê vî welatî ji ber rewşa xerab a xizmetgihaniya bo gel û heta dema kemilîna lêkolînên li vî warî, da rawestandin.

Li gorî rapora Bexdad El yewmê, Ofîsa Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê sibeha îro anku Yekşemiyê bi daxûyîna daxûyaniyeka kurt ragihand ku wî Qasim El Fehdawî, wezîrê elektrîkê yê welêt ji ber xizmetgihaniya xerab û heta dema kemilîna lêkolînan li vî warî da, bi awayê demkî wêda daniye.

Ev li halekî ye ku hin mêdyayên iraqî qala wêdadayîna wezîrê elektrîkê yê vî welatî û qedexetiya derketina wî dikin.

Qeyrana qutbûna elektrîkê li pirraniya navçeyên navend û başûrê Iraqê di demsala Havînê da giran bûye, bi awayekî ku li hn navçeya rojê zêdetirî 15 saetan elektrîk qut dibe û vê mijarê xelk hêrs kiirye û bûye sebeb ku gel bi nîşana nerzîtiya li hemberî vê rewşa xerab derkevin nav kolanan.

Başa dön tuşu