NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina artêşa Sûriyê li rojhilata Helebê

Hêzên artêşa Sûriyê bi hevkariya hevpeymanên xwe xeleka dorpêça têrorîstan li rojhilata Helebê li bakûrê vî welatî tengtir kirin.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El Minara Libnanê, hêzên artêşa Sûriyê hevrê digel hevpeymanên xwe roja duşemiyê taxa Şêx Xizirê û navçeya El Heyderiyeyê li ropjhilata Helebê ji bin dagirkeriya têrorîstan azad kirin.

Hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê taxa Mesakin El Buhus El Ilmiyeyê jî li rojhilata Helebê xistin bin kontrola xwe û li halê pêşdaçûna ber bi taxa El Seken El Şebabiyê ne.

Bi dewama serketina artêşa Sûriyê li rojhilata Helebê zêdetir ji 10 taxên vê navçeyê ji bin dagirkeriya kesên çekdar û têrorîstan hatine azadkirin û komên têrorîst zêdetir ji berê li rojhilata Helebê ketine ber tengasî û dorpêçê.

Hevdem digel serketina artêşa Sûriyê li rojhilata Helebê, wezareta berevaniyê ya Rûsiyê roja duşemiyê ragihand: Artêşa Sûriyê derdora ji sedî 40`ê taxên rojhilata Helebê ji bin dagirkeriya kesên çekdar û têrorîstan azad kirine.

Hisên Emîrevdillahiyan destyarê taybet ê serokê meclisa şêwar îslamî ya Îranê li karên navneteweyî jî tevî pêgiriya li ser viya ku Heleb li bereberê rizgarbûna ji bin lepên têrorîstên tekfîrî ye, got: Serketinên vê dawiyê yên artêş û gelê Sûriyê li opêrasiyona azadkirina Helebê pêngaveke mezin di riya têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye.

Bajarê Helebê ji sala 2012`an va li ser du beşên rojavayî û rojhilatî hatiye bûye du parçe ku beşa rojhilatî ya wî bajarî di bin kontrola têrorîstan û beşa rojavayî jî di bin kontrola hêzên artêşa Sûriyê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu