CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê duh li hemberî gotinên neberaqil yên serokomarê nû yê Amerîkayê ku gotibû Amerîka divê çavkaniyên nifta Iraqê bêxe destê xwe bertekek tund nîşan da û got: Nifta Iraqê ya iraqiyan e

Li gor rapora Al-Alamê, serokomarê nû yê Amerîkayê Donald Trump duh li axivtina xwe ji bo berpirsên CIA îdia kiribû ku Amerîka ji bo cebirandina xercên ku li êrişa 2003 ser Iraqê lêketine divê çavkaniyên nifta vî welatî bêxe destê xwe.

Trump îdia kir ku heke Amerîka meydanên nifta iraqê bêxistina destê xwe grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê pêk nedihat. Eva di rewşekê ye ku Trump li dema kempînên hilbijartinê yên serokomariya Amerîkayê gotibû ku serokomarê Amerîkayê yê berê Barak Obama, grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê pêk aniye.

Hêjayê gotinê ye ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`êbi piştgiriyê fînansî û sîlahî yên Amerîkayê û hevpeymanên wê yên rojavayî û erebî û navçê yên wek Tirkiye, Erebistan  Qeterê bi hêz bû û bi saya van piştgiriya karîn ku gelek ji bajar û gundên Iraq û Sûriyê dagîr bikin û bi hezaran kesan bikujin û bi milyonan kesan aware bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu