IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Ebadî li paytext Qahireyê ligel Serokomar Sîsî kom bû

Serokomarê Misrê Ebdulfetah es-Sîsî li paytext Qahireyê li Qesra Îtihadiyeyê Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniyê, Ebadî ligel heyeta bi xwe ra êvara borî gihîşt Qahireyê û ligel Serokomar Sîsî kom bû.

Sîsî ji ber sereftinên wî yên dijî rêxistina terorê DEAŞê, Ebadî pîroz kir û wiha got, “Misir piştevaniya Iraqê dike da ku yekrêzî û ewlekariya xwe biparêze, li hemberî berbelavbûna fitne û cudakeriyê neqşê welat ê neteweyî tehkîm bike.”

Ebadî jî di axaftina xwe da bal kişand ku ji bo jinavbirina terorê divê aktorên navneteweyî û yên herêmî hêz û hewla xwe bikin yek.

Ebadî di çarçoveya seredana Qahireyê da ligel hevmewqiyê xwe yê misrî Şerîf Îsmaîl kom bibû. Hat gotin ku; Ebadî wê derbasî Urdinê bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu