ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê gihêştiye Riyazê

Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê malpera El-Neşre ya Lubnanê, çavkaniyên agehdar ragahndin ku Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê Iraqê bi taximeke pilebilind ji nuneran, wezîran û bazirganan gihêşt Riyazê.

  Ebdulmehdî li  civîna rojnamevaniyê ya beriya sefera Erebistanê diyar kir: Em di ber alugurên  berfireh ên peywendiyên xwe bi Erebistanê re ne û dosiyên vê seferê dê hemî vekirî bin.

  Li gorî raghandina medya iraqî  û siûdî , Ebdulmehdî li vê seferê ku du rojan dikşîne, biryar e bi Selman Bin Ebdulezîz û Muhemed Bin Selman, paşa û welîehdê siûdî hevdîtin û gotûbêjê bike û biryar e 13 hevhatinname li beşên curbicur navbera her du welatan bên îmzekirin.

Başa dön tuşu