Serokwezîrê Iraqê: Heke Tirkîye destwerdanê bike, yê perçe bibe
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh êvarê wekî berteka li hemberî rêzbûna tankên artêşa Tirkîyê li sînorê Iraqê pêkutî kir ku hercure destdirêjîya ihtimalî ya Tirkîyê ser axa Iraqê yê bibe sedema perçebûna wî welatî.
Artêşa Tirkîyê duh bi dehan tank û maşînên zêrêhî li devera Silopîyê li parêzgeha Şirnexê nêzîkî sînorê Iraqê bicih kirin.
Hegera vê tevgera serbazî ya Tirkîyê nehatîye ragihandinê lê Receb teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê şemîya buhurî bi gotina vîya ku Enqere yê hêzên xwe li Silopîyê ser tixûbê Iraqê zêde bike, li bara ketina nav bajarê Tileferê hişyarî da hêzên Heşdi Şeibî.
Di vê çarçovê da êvara duh 1`ê Mijdarê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, Fîkrî Îşik bi gotina vîya ku heger pêdivî be wê Tirkiye hêzeke din bişîne Başîkê” ragihand ku komkirina hêzek mezin li ser sînorê Iraqê amadekariye jibo şerê dijî terorê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)