Di daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê de hat diyarkirin ku piştî avahiyên fermî yên li rojavayê Mûsilê hatin rizgarkirin, Serokwezîr Heyder Ebadî çû serdana bajêr.
Hat ragihandin ku Ebadî li biryargehê operasyon şopandiye û di derbarê geşedanan de ji fermandaran agahî girtine.
Tê zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro li rojavayê Mûsilê avahiya parêzgarî, meclîsa bajêr, şaredarî, muze û Serkonsolxaneya Tirkiyeyê kontrol kiribûn.
Ji aliyê din ve çapemeniya herêmî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî piştî Mûsilê wê derbasî bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê be û hat gotin ku wê li wir di derbarê pirsa bîrên petrolê yên Şîrketa Petrola Bakur a Iraqê de bi rayedarên YNKê re bicive. (BANGE İSLAMİ)