IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî : “Di peymanê de bendeke eşkere heye, diyar dike ku piştî rizgarkirina Mûsilê, divê pêşmerge vegerin deverên xwe yên berî”

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku peymana di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Iraqê de wek berê ye û ew jî diyar dike ku Pêşmerge piştî rizgarkirina herêman ji DAIŞê, dê vegerin cihên xwe yên berê.

Ajansa El-Hure ya Iraqê ragihand ku piştî daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya duh ku gotibû, ew ê ji deverên Kurdistanî venekşirin, Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê daxuyaniya Barzanî de bersiv da.
Di daxuyaniyê hat tekezkirin ku hêzên Iraqê bi awayekî serkeftî DAIŞê têk dibin û pêş de diçin û wiha dewam kir: “Em dixwazin misoger bikin ku peymana navbera hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê ya rizgarkirina parêzgeha Nînewayê hîn wek xwe ye û ti guhertin tê de tine ne ku Hêzên Pêşmerge mil bi mil li gel leşkerên federalî şer dikin ta ku parêzgeha Nînewayê ji DAIŞê rizgar bikin.” Herwiha derbarê mayîn an vekişîna pêşmergeyan de wiha hat gotin: “Di peymanê de bendeke eşkere heye, diyar dike ku piştî rizgarkirina Mûsilê, divê pêşmerge vegerin deverên xwe yên berî destpêkirina operasyonê rizgarkirinê û ev tişt li çend deveran hat sepandin jî.”

Hêjayî gotinê ye ku serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî  duh gotibû: Hêzên pêşmerge ji deverên Kurdistanî yên ku ji destê DAIŞ`ê derxistine paş ve nakişin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu